• Sunday, 30 June 2024
logo

Rûsya: Vekişandina Amerîkayê ji Rojava, diyaloga Kurd û Ereb hêsantir bike

Rûsya: Vekişandina Amerîkayê ji Rojava, diyaloga Kurd û Ereb hêsantir bike

Şandeyê Taybet ê Rûsyayê bo Karûbarên Sûriyê dibêje dibe ku vekişanidna artêşa Amerîka ji Rojvayê Kurdistan û Sûriyê, dê bibe sedem ku diyalog navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê hêsantir bibe û encamê xwe jî hebin. Herwiha Nûnnerê MSD jî dibêje hebûna hêzên Amerîkayê nabe rêgir li pêşiya diyalogê

Şandeyê Taybet ê Rûsyayê bo Karûbarên Sûryê Alexender Lavrentiev ji medyaya Rûsyayê re ragihand ku Moskow dibîne ku şerê paşmayên DAIŞê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê wiha kiriye ku Amerîka li navçeyê bimîne lê em mane tiştekî zêde ye.

Herwiha Lavrentiev got “Dibe ku vekişandina hêzên Amerîka ji wê navçeyê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de bibe sedema diylogê. Ew jî bi armanca dîtina çareseriyekê ku herdû alî pê razî bin bo ku Kurd û Ereb li bakurê rojhilatê wî welatî di nav Sûriyeke yekgirtî bijîn.

Şandeyê Taybet ê Rûsiya bo Karûbarên Sûriya diyar kir ku di dema 10 salên derbasbûyî de di şerê dijî terorê de Îran li Sûriyê roleke mezin lîst lê artêşa wî welatî bi xwe dikare asayîşa welatê xwe peyda bike.

Lavrentiev geşbîniya xwe bi vekişandina hêzên biyanî ji Rojavayê Kurdistanê nîşan da û gor dostê wan Tirkiya hertim tekeziyê li ser wê yekê dike ku mana hêzên wan li wî welatî demkî ye û her dema aramî vegere Sûriyê ewê ji wir vekişin.

Li aliyê din Nûnerê Encûmena sûriyeya Demokratîk (MSD)ê li Washingtonê dibêje, hebûna hêzên Amerîkayê li Roja nabe rêgir li pêşiya diyalogê.

 

Rudaw

Top