Çekdarên DAIŞê li sînorê Sergeran karkerek revandin
Şeva borî li sînorê bajarokê Sergeran a ser bi qez Dûbiz a parêzgeha Kerkûkê, terorîstên DAIŞê karkerek revandin û ji bo azad kirina wî daxwaza pare ji malbata wî kirin.
Rêveberê polîsê Sergeran Muqadem Welîd Kakil ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 09.07.2021ê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li sînorê bajarokê Sergeran karkerek dema karkirinê de hate revandin.’’
Herwaha got: ‘’Ew karkere li navçeyê mijûlê kolandina bîrê bûye. Çekdarên DAIŞê piştî ew revandine, bi rêya telefonê ve jî daxwaza pare ji kesûkarên wî karkerî kirine.’’
Basnews