• Thursday, 18 July 2024
logo

PYD: Divê ENKS helwesta xwe bo diyalogê zelal bike

PYD: Divê ENKS helwesta xwe bo diyalogê zelal bike

Piştî diyaloga 6 mehan di navbera ENKSê û PYNKê de, ev 10 meh in ku ew diyalog rawestiyaye. PYDê dibêje, ku divê ENKSê helwesta xwe zelal bike, ka wê diyalogê berdewam bike yan na.

ENKSê dibêje, zemîn ne amede ye, ku diyalog kurdî kurdî berdewam be, û divê gef û girtin bi yek carî werin rawestandin. KNKê jî civatek li Qamişlo lidarxist û tê de ji herdu aliyan daxwaz dike, ku lihev bikin û dawiyê li nakokiyan bînin.

Danûstandinên kurdî kurdî ku ji meha 4 ya sala 2020 heya meha 10 ya heman salê dewam kirin, rawestiyane. ENKS û PYNK şeş meh bihevre civiyan û ev deh meh in diyalog sekinîne.

Her çende Amerîka û beriya niha Fransa, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya giştî di cadeya kurdî de, daxwaza lihevkirina herdû aliyan dikin lê hîn nehatiye encamdan.

ENKSê dibîne ku zemîneya baweriyê nehatiye avakirin, daxwaziyên wan jî nehatin bicîkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PDKS Hesen Remzî dibêje “Girêdana PYD bi PKK ve, girêbesta civakî û azadiya karê siyasî û nema girtinê û gef xwarinê, ev xalên me yên sereke ne ku me ji Amerîka û Kak Mezlûm xwest bibin gerentorên van xalan da ku em dîsa dest bi danûstandinan bikin.”

Ji bo yekîtiyeke niştimanî û rêgirtin li ber şerê navxweyî, Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) civatekê li Qamişlo li dardixe û tê de daxwaz ji herdû aliyan dike rêkbikevin.

Endamê Konseya Rêveber ya KNKê Ekrem Hiso got “Divê di bin sîwana KNK û bi alîkariya cenabê serok Mesûd Berzanî, kongreyeke netewî li dar keve, piştgiryê bide rêkeftineke nû û kurdistanê û kurdan ji vê qonaxê derxînin.

ENKSê dibîne, di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek zehmetî dît heya hikumeta Iraqê razî kir deriyê Sêmalka li ber Kurdên Rojavayê Kurdistanê vekirî bihêle, Rêveberiya Xweser bi biryareke siyasî, rê li ber çûn û hatina wan digre.

Lê di beramber de PYD ne bê gilî û gazine, Sema Begdaş Nûnera Partiya Pekîtiya Demokratîk di şanda danûstendkar de, dibêje ku nûnerê wan jî li Hewlêrê girtîne.

Nûnera PYD di şanda PYNKê de Sema Begdaş dibêje “Biraderên me yên ENKSê gerek helwêsta xwe diyar bikin wê van danûstandinan berdewam bikin yan na. Daxuyaniyên me zelal in, bûyerên ku çê bûn jî bandorê li diyalogê dikin. Heta niha nûnerê PYD li Başûrê Kurdistanê girtî ne û çarenivîsa wan ne xuya ye.”

Amerîka bi awayekî rasterast, serpereştiya danûstandinên dawî kir û li ser avakirina nêrîneke hevbeş derbarê çawaniya çareserkirina kirîza Sûriyê û avakirina lêvegere siyasî lihevkirin çêbû.

Lê niha di qonaxa çawaniya birêvebirina Rojavayê Kurdistanê de, gotûbêj neman herdû alî jî li benda hatina şanda gerentor ya Amerîkî ne.

 

Rudaw

Top