• Wednesday, 26 June 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da du parlementerên Kurdistanê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî da du parlementerên Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî parlamenter Celal Mihemed ji ber koça dawî ya dayîka wî û herwiha peyamek jî arasteyî parlamenter Hesîbe Seîd Gerdî kir ji ber koça dawî ya bavê wê.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parlamenter Celal Mihemed:

Mixabin min nûçeya koça dawî ya dayîka we bihîst. Ez pirse û sersaxî li we dikim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyana wê bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne malbata we.

Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo parlamenter Hesîbe Seîd Gerdî:

Mixabin min nûçeya koça dawî ya bavê we bihîst. Ez pirse û sersaxî li we dikim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin giyana wî bi bihiştê şad bike û aramî bibexşîne malbata we.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

 

Basnews

Top