• Sunday, 30 June 2024
logo

Kazimî li gel berpirsê îstîxbarata spaha pasdaran civiya

Kazimî li gel berpirsê îstîxbarata spaha pasdaran civiya

peyameke girîng daye rayedarê Îranê.
Civîn duhê li Bexdayê hatiye lidarxistin.

Çavkaniyek nêzî Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî diyar kiriye ku duhê li Bexdayê civînek di navbera Serokwezîrê Îraqê û berpirsê îstîxbarata spaha Pasdaran ya Îranê Husên Tayib civînek hatiye lidarxistin.

Heman çavkaniyê diyar kiriye ku di civînê de ji bilî giftûgo kirin li ser rewşa giştî ya Îraqê behsa çend mijaraên din jî hatiye kirin û Kazimî di civînê de behsa êrîşên ser hêzên Amerîkî li Îraqê kiriye.

Kazimî ji Husên Tayib re diyar kiriye ku pêkanîna wan êrîşan dibe sedema zirar gihandinê bi prosesa danûstandina navbera Îran û Amerîkayê û prosesa vekêşîna hêzên Amerîkî jî Îraqê paş dixe.

Kazimî ji wî berpirsê Îranî re gotiye ev êrîşên han êrîşên terorîstîne ne êrîşên berxwedanî û xweparastinê ne.

Weke tê zanîn ev demêke li Îraqê êrîşên ser nunerên dîplomatîkî û hêzên Amerîkî zêde bûne û êrîş jî ji aliyê çekdarên ser bi Îranê ve tênkirin.

Top