• Saturday, 29 June 2024
logo

Serdana Serokwezîrê Yunanê bo Hewlêrê hat paşxistin

Serdana Serokwezîrê Yunanê bo Hewlêrê hat paşxistin

Serdana Serokomarê Yunanê ya ji bo Hewlêrê ji ber dawî êrişa li ser Firokexaneya Hewlêrê hat paşxistin.

Biryar bû Serokwezîrê Yunanê Kyriakos Mitsotakis, cîgirê wî yê bo karûbarên aborî, 3 wezîrên din û berpirsên 26 kompanyayan roja 13ê vê mehê, serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bikin.

Lêbelê Cîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Soran Ebubekir Ezîz ji Rûdawê re ragihand ku serdana wê şanda Yunanê ya di bin serpereştiya Serokwezîr Mitsotakis de hatiye paşxistin.

Soran Ebubekir Ezîz derbarê sedema paşxistina wê serdanê de jî got, “Sedem êrişa li ser Firokexaneya Hewlêrê û êrişên li ser binkeya serbazî ya Eyn Esed û têkçûna rewşa Iraqê bi giştî ye.”

Li gor wî berpirsê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê, biryar bû şanda Yunanê roja 12ê vê mehê bigihije Bexdayê û roja 13ê mehê jî serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê bicive û aborî pirsa sereke ya şanda mêvan bû.

Şanda hikûmeta Yunanê ku biryar bû serdana Herêma Kurdistanê bike, ji serokwezîr, cîgirê serokwezîr bo karûbarên aborî, wezîrên weberhênan, bazirganî û cotkarî, berpirsên 26 kompanyayên di warên cotkarî, pîşesazî, avahîsazî, belênderî, weberhênan û enerjiyê de pêk dihat ku biryar bû gotûbêj li ser berhemanîna elektrîkê bi rêya enerjiya rojê jî bên kirin.

Roja Sêşema derbasbûyî, Dije Terora Herêma Kurdistanê ragihand, bi firokeyeke bêfirokevan êrişek li dijî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin û li gorî daxuyaniyê, wê êrişê ti ziyaneke canî nebû.

Ev şeşemîn car e ku milîs, bi mûşek û dronan êrişî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Hewlêrê bicih bûne dikin û Pentagonê derbarê dawî êrişê de radihandibû, lêkolînên wan berdewam in. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 11ê Hezîrana derbasbûyî, di çarçova serdana xwe ya bo welatên Ewropayê de, li Atînaya paytext li gel Serokwezîrê Yunanê Kyriakos Mitsotakis civiya bû û herwiha bang li kompanyayên Yunanê yên di warên ciyawaz de jî kiribû ku bên li Herêma Kurdistanê kar bikin û cihê xwe di bazarê de bigirin.

 

Rudaw

Top