• Saturday, 29 June 2024
logo

Berdevkê Kazimî êrişa li ser firokxaneya Hewlêrê şermezar kir

Berdevkê Kazimî êrişa li ser firokxaneya Hewlêrê şermezar kir

Hikuemta Iraqê û Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, êrîşa li ser firokexaneya Hewlêrê û bingeha Eyn Esed şermezar kir.

Şaneya Ewlekariya Iraqê eşkere kir kur êrîşa li ser bingeha Eyn esed bi trêlekê hatiye encam dan.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Emîd Yehya Resûl ragihand, careke din dijminên Iraqê, Asayîş û serweriya Iraqê û silametiya welatiyan bi riya êrîşê bo ser firokexaneya Hewlêrê û Serbazgeha Eyn Esed kirine armanc. Heriwha baregehên şandên dîplomasî ku dewlet diparêze, bûn armanc.

Şaneya ewlekariya Iraqê jî aşkera kir, trêlekê ku telîsên ary barkirine, lê bingeha mûşekan rakiriye, li nava nehiya Bexdadî êrîşî bingeha Eyn Esed kiriye.

Berdevkê Mistefa Kazimî ragihand, ev binpêkirina tevahiya yasayan e û destdirêjîkirina li ser dewletê ye. Hikûmeta Iraqê wan êrîşan şermezar dike û soz dide ku dê wan kesên yasayê binpêkirine, ceza bike. Heriwha dê asayşê bicî bike weke amadekariyek bo encamdana hilbijartinan.

Berdevkê Kazimî got, hikûmeta Iraqê ret dike erdê wê û aramiya welatiyan bo yekalîkirina hesabatan bê bikaranîn û pêwîste her kes xweragir be û rêzê li encamên diyaloga siyasî bigre.

Top