• Monday, 20 May 2024
logo

YE: Rewşa HDPê û Demîrtaş cihê nîgeraniya me ye

YE: Rewşa HDPê û Demîrtaş cihê nîgeraniya me ye

Li Parlamentoya Ewropayê civînek taybet derbarê rewşa HDPê de birêve çû û Berpirsê Siyaseta Derve ya YEyê jî dibêje, “Rewşa HDPê û Demîrtaş cihê nîgeraniya me ye.”

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Joseph Borrel di destêka civîna Parlamentoya Ewropayê ya taybet li ser rewşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gotareke 5 xulekî pêşkêş kir.

Berpirsê Siyaseta Derve ya YE Joseph Borrel, diyar kir, “Rewşa Partiya Demokratîk ya Gelan cihê nîgeraniya me ye. Ji sala 2016an ve HDP rûbirûyê wê rewşê dibe, di demekê de ku hevserokê wê Demîrtaş hîn jî di zîndanê de ye tevî du biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku daxwaza azadkirina wî kiribû. Bêguman em ji ber biryara Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê nîgeran in ku razî bûye daxwaza daxistina HDPê bipejirîne.”

8 perlemantaran û her yek ji firaksyon û grûpan nêrînên xwe li ser rewşa opozisyonê û HDPê anîn ziman û jibilî yekî, hemû helwest û gotar tijî bûn ji rexneyên tund li dijî Tirkiyê.

Hilde Vautmanis, Endamê Parlamentoya Yekîtiya Ewropa, dibêje, “Li gorî raportên Parlamantoya Ewropa yên beriya çend heftiyan, rewş xiraptir bûye, êrişên berdewam li ser opozisiyonê hene, ev jî şahidiyê li ser nêrîna min dide ku Tirkiye nikare bibe endama Yekitiya Ewropayê, ji ber ku di demokrasiyê de, divê bi rêya pîvanan şerê hevrikên xwe bikin, ne bi rêya qedexekirina wan.”

Massimo Castaldo, Cîgirê Serokê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê bo Demokrasî û Mafên Mirovan, dibêje, “Ji ber siyaseta tund a Tirkiyê, bindestkirina jinan û Kurdên nav û derveyî Tirkiyê, herwiha, daxistina HDPê ku partiyeke opozisyonê ye, em Enqerê şermezar dikin.”

Witold Wasizcziykowiski jî ku bo dema 4 salan Wezîrê Derve yê Polandê bû û demekê jî nûnerê welatê xwe bû li Îranê, di wê baweriyê de ye li şûna rexneyan, şîret baştir in ku li Tirkiyê bên kirin.

Witold Wasizcziykowiski, Endamê Parlamentoya Ewropayê, dibêje, “Divê bi qasî me be, em bi awayekî dostane  li gel Tirkiyê tevbigerin. Ez dibînim ku hilweşandin an cemidandina peywendiyan  li gel Tirkiyê dê bibe sedem ku tu amrazeke me nemîne ji bo serederîkirina li gel Tirkiyê û paşê em nikarin şîretên dostane li Enqerê bikin. Ez dizanim ku pirsgirêk hene. Rexnegirtin hêsan e, lê baştir e şîret bên dayîn. JI ber ku Tirkiye welatekî berbijêr e ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê, herwiha hevpeymanekî me yê stratejik e.”

Biryar e roja Pêncşemê li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê dengdan li ser proje-biryara derbarê Tirkiyê de bê kirin.

 

Rudaw

Top