• Saturday, 18 May 2024
logo

Serokwezîrê Yunanê gef li Tirkiyê xwar

Serokwezîrê Yunanê gef li Tirkiyê xwar

Serokwezîrê Yunanê dibêje, eger Tirkiye “bijardeya gurkirina aloziyan” bide ber xwe, encamên wê dê hebin û ew dê bersiv bidin.

Serokwezîrê Yunanê Kiryakos Miçotakis di hevpevînekê de li gel rojnameya Kathimerini ya wî welatî, behsa rewşa peywendiyên Atîna û Enqerê kir.

Kiryakos Miçotakis di wê hevpeyvînê de amaje bi hevdîtina xwe ya li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku meha borî di çarçova lûtkeya NATO ya li Brukselê birêve çûbû û got, “Ez di wê baweriyê de me ku havîna 2021 dê ji ya 2020an bêdengtir derbas bibe.”

Li ser girjî û aloziyên di navbera herdu welatan de jî Serokwezîrê Yunanê ragihand, “Me hemû ciyawaziyên xwe yên li gel Tirkiyê çareser nekirine” û got jî, “Me ji aliyê Tirkiyê re eşkere kir ku em peywendiyeke baş dixwazin ku di berjewendiya herdu welatan de ye.”

Di dewama axaftina xwe de Kiryakos Miçotakis tekez jî kir ku eger Tirkiye “rêya gurkirina aloziyan hilbijêre, dê encamên wê hebin. Yunan bi ti awayî rê nade krîza penaberan ku wek çek bê bikaranîn û bûyerên Adara 2020 dûbare bibin.”

Serokwezîrê Yunanê li ser pirsa “Erdogan li pêş raya giştî gelek sivkayetî bi we kir” jî got, “Ez van ji nedîtî ve têm. Ez di wê baweriyê de me ku dikarim li Erdogan bigerim û li gel biaxivim, bêyî ku rastî zehmetiyekî bêm. Ew jî dikare heman tiştê bike. Hevdîtina me jî di atmosfereke baş de derbas bû.”

Li ser pêkanîna diyalogê li gel Tirkiyê jî Serokwezîrê Yunanê dibêje, ew li gel hemû aliyan dicivin û Tirkiye ne îstîsna ye.

Ev heyamek e çavkaniyên sirûştî yên li rojhilatê Deryaya Spî, sînorî avî yê di navbera herdu welatan de, pêla penaberan ji Tirkiyê ber bi Yunanê ve, bûne sedem ku peywendiyên Tirkiye û Yunanê têk biçin, lê vê dema dawî herdu aliyan destbi gotûbêjan kirine ku pirsgirêkên xwe çareser bikin.

 

Rudaw

Top