• Wednesday, 17 July 2024
logo

Keça Kurd 'li dijî bavê xwe neaxivî' û Îtilaata Îranê ew desteser kir

Keça Kurd 'li dijî bavê xwe neaxivî' û Îtilaata Îranê ew desteser kir

Hêzên Îtilaata Îranê, li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê keça girtiyekî siyasî yê Kurd desteser kirin, ji ber ku “amade nebûye li dijî bavê xwe biaxive.”

Li gor agahiyên ku rêxistinên mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, hêzên Îtilaata Îranê roja Duşemê 5ê Tîrmeha 2021 li bajarê Kamyaran ê ser bi parêzgeha Sine ve Nahîd Kamenger, keça Hisên Kemanger girtiyê siyasî yê Kurd desteser kirine.

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê ji zarê çavkaniyekî agahdar ve ragihandiye, “hêzên Îtilaatê daxwaz ji Nahîd Kemanger kirine di medyaya fermî ya Îranê de li dijî bavê xwe biaxive, lê belê ew amade nebûye daxwaza Îtilaatê pêk bîne, lewma ew desteser kirine.”

Li gor heman çavkaniyê, Nahîd Kemanger piştî desteserkirinê, bo “girtîgeha taybet bi jinan a li bajarê Sineyê” hatiye veguhastin.

Hisên Kamenger sala 2019an ji aliyê hêzên Îtilaata Îranê ve hatibû destserkirin û bi “dijayetî û serhildana çekdarî li dijî Komara Îslamiya Îranê” bi rêya “endambûna di partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) de” hatibû tometbarkirin.

Di meha Adara îsal de, Dadgeha Şoreşê ya Sineyê cezayê 15 sal zindanê bi ser Hisên Kemanger de sepand û roja 27ê Adarê biryara dadgehê ji malbatê û parêzerê wî re hat ragihandin.

Hisên Kemanger li dijî biryarê îtîraz kiriye û niha dosyeya wî li Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê ye.

Top