Muzîk bo min cihê rêz û serbilindiyê ye
Stranbêj Serbilind Kanat pirsên BasNûçe’yê bersivand û got, “Min zaroktiya xwe li gund, di nav erd û baxçeyan de derbas kir. Di wan salên ku hîna elektrîk nehatibû gundan ez li ber çîrokên ku mezinên me digotin mezin bûm. Lê mixabin vê serdema ku em niha tê de ne, tu nirx û qîmet ji tişkî re nehîştiye. Dost û hevaltî jî hemû maye li ser berjewendiyan û malê dinê.“
“Tesîra dûrikên kurdî li ser min çêbû"
Serbilind Kanat dibêje, hîn di zaroktiya xwe de ez bi mûzîkê re têkildar bûm û wê demê di cejnên fermî yên medreseyan de min mîkrofan ji dest xwe bernedida. Serbilind Kanat wiha dibêje:“Wê demê ji bilî stranên tirkî, herî zêde jinên ku li ser miriyan dûrikên kurdî digotin bandor li min dikirin.“ Kanat dibêje, “bi van dûrikan re peywendiya min û mûzîka kurdî zêdetir bû û ez dikarim bibêjim stranbêjiya min wiha destpêkir. Li gundê me Apê Elo hebû, wî jî pirr xweş dûrik digotin. Ez gelekî di bin bandora wî de mam û ez dikarim bêjim, strana min î ewil li wir destpêkir.“
Serbilind Kanat, di sala 1988’an de pîştî ku kaseta xwe ya bi navê “Qemyona İzzet“ derdixîne, bi dorê kasetên “İnce Memed û Kevirê Mezela“ derdixîne. Kanat, dibêje wê demê stranbêjiya kurdî qedexebû û kaset bi dizî dihatin belavkirin. Her wiha Kanat bale dikşîne ser qedexeya salên 90’î û wiha dibêje: “Kasetê min li navçeyên Cîhanbeylî û Kulûya Konyayê, li navçeyên Haymana û Polatliya Enqerê dihatin kopîkirin û dûre dihatin belavkirin, di dema Turgut Ozal de bi rakirina qedexeya li ser kurdî, min kaseta xwe yekem a bi bandrol di sala 1991’an de bi navê "Bêrtî" derxist.
Stranên kurdî li ser tirkî hatine tomarkirin
Serbilind Kanat, di salên xwe yên zanîngehê de di Koroya Ciwanan a Radyoya Enqerê de biqasî şeş mehan perwerdê distîne, lê piştî demeke kurt ji wir vediqete. Yek ji sebebên veqetandina wî jî berhemên ku bi reseniya xwe kurdî bûn, adebteyî tirkî dikirin bû. Serbilind, eşkere dike ku di radyoyên dewletê de stranên kurdî dikirin kurdî û ew li ser kurdî tomar dikirin. Di berdewamiya axaftina xwe jî de Kanat, weha dibêje: “Ew bi tevahî polîtîkayeke asimilasyonê bû, berhemên ku ji reseniya xwe bi kurdî bûn û entegreyî tirkî dikirin û dûre dikirin malê xwe. Vêya jî bi tevayî min ji radyoyê sar dikir.” Stranên bi navê "Kürd Ali" wek "Gül Ali"û "Kürdün Gelini" jî wek "Türkmen Gelini" dihatin guhertin.
Serbilind Kanat bi dersên matematîkê debara xwe dike û ev nêzî pazdeh salan e tu xebatên wî ji albûmeke din çênebûne. Kanat tekeziyê li ser wê yekê dike ku ew demeke dirêjê amadekariyan ji bo berhemeke nû dike û wiha axivî: “Bi salan e ez berhemên kurdî didim hev, lê belê nebûye nesîb ku ez wan bistrêm. Ji bo albûmeke nû xebatên min dewam dikin, heta ku ez hemû kêmasiyên wê tekûz bikim dûre ez ê derkevim pêşberî guhdarên xwe. Ev albûma min a ku nû derkeve jî ez ê bi stîla xwe ya resen û bi şêweyekî profesyonel xebatên xwe bidomînim.” Kanat, dibêje berhemên ku di albûmê de cih bigirin hema bêje bi giştî yê wî ne, sê berhemên din jî ji çîrokên nav gel wê hilbijêre. Kanat her wiha radigihîne ku piştî ewqas salan ew ê dîsa bi muzîka xwe ya taybet dîsa berê guhdarên xwe bide serxwe.
“Dawet parçeyek ji kultura me ne”
Di berdewamiya axaftina xwe de Serbilind Kanat, amaje bi wê yekê dike ku qîmetê mûzîka kurdî ya Anatoliya Navîn hêj nû tê fêmkirin û hin meqamên ku li ser meqamê kurdên Anatoliya Navîn tê ferzkirin wê ji reseniya wê dûr dixin û wiha axivî: “Ez li kilam û dûrik û awazên kurdên Anatoliya Navîn bi hezkirin guhdarî dikim, lê belê di van demên dawîn de hindek stîlên ku nû derketine reseniya mûzîka Anatoliya Navîn xera dike.” Serbilind Kanat, dibêje ev rewşa nû, tesîreke negatif li ser folklor û mûzîka Anatoliya Navîn çê dike: “Dahol û zirne yek ji hîmên kultura me ne. Mûzîkên rojane kêfa min ji wan re nayê, hem ji aliyê kesên ku dibêjin ve hem jî ji aliyê kesên ku guhdar dikin ve, pîştî demekê muzîkek kelevajî derdikeve holê. Li gorî ku tê bîra min berê di dawetan de li ber dahol û zirneyê gelek lîstik dihatin lîstin.” Kanat, dibêje urf, eded û mêvanperweriya kurdên Anatoliya Navîn divê bi hûrgilî bê nirxandin. Li gel ku bi sedan sal e li vê herêmê dijîn dev ji çanda xwe bernedane, lê belê koça duyem a ji bo Ewropayê li ser kurdî bandoreke negatif çêkiriye.
Li hêla din Kanat dibêje çi kesên ku ji bo muzîka kurdî ya Anatoliya Navîn dixebite ew ji wan hez dike û ew wan ji dil û can hembêz dike. Kanat, ji muzîkjenên kurdên Anatolyayê dixwaze ku muzîkeke bê qaîde çênekin û wiha domand: “Ez ji herkesî hez dikim û ez herkesî ji dil û can pîroz dikim. Li vir ez naxwazim kesekî rexne bikim û şîroveyan bikim, tenê ji bo min kesê ku muzîka herêmê dejenere neke û li gorî qaîdeyên wê bistrê bi qedr û qîmet e. Ji bilî van tiştan meriv ne hewce ye tişekî din bibêje.”
Serbilind dibêje ji bo kurdan Şêx Seîd çi be ji bo kurdên Anatoliya Navîn jî Heciyê Buxurcî ewqas bi qedr û qîmet e. Ew li ser Heciyê Buxircî awazek çêkiriye û wê di albûma xwe ya nû de bibêje. Serbilind Kanat, kesên ku dibêjin ‘Heciyê Buxurcî eşqiya ye’ wan rexne dike û wiha dibêje: “Heciyê Buxurcî ne eşqiya bû, ew kes bû ku li hemberî axatiyê serî hildaye û derketiyî çiyê. Mezinên me hertim ji me re digotin wî li hemberî zilma axayan serê xwe netewand, lewma wî dest bi berxwedana çekdarî kir. Ez ê jî dûrika ku avêtine ser Heciyê Buxurcî bikim awaz û di albûma xwe de bibêjim.”
Bi kurtî di derbarê dûrika Heciyê Buxurcî de:
“Ho bû Hecî min ho bû / Kendiro Mustafa Kemal dor do ba bû / Celladek pênç paro li ser sîngî te rûniştibû”
ALBÛMÊN WÎ:
Qaymona İzzet 1988
Lo Şivano 1990
Bêrtî (Hey Zalim) 1991
Gundê di Kortê de (Oy Oy Etê)1992
Dîsa Dîsa 1995
Lê lê Şemmê 1997
Şîlan 2000
Basnews