• Saturday, 29 June 2024
logo

Rêveberekî Gorran: Mûşekbaran kirina Hewlêrê encama xiyaneta 16ê cotmehê ye

Rêveberekî Gorran: Mûşekbaran kirina Hewlêrê encama xiyaneta 16ê cotmehê ye

Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran Hakim Hemdî Mecîd ragehand, encamên plana 16ê cotmeha 2017ê li ser herêma Kurdistanê diyar dibin û beşek ji wê jî mûşekbaran kirina Hewlêrê ye.

Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran Hakim Hemdî Mecîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di 16ê cotmeha 2017ê de grubeke xiyanetkar Kurdistan firot û encam naha diyar dibin. Ji aliyekî ve deriyê madeyên hişber û qaçaxçîtiyê berê xwe da Kurdistanê, ji aliyê din ve dagirkirina axa Kurdistanê û anîna Heşdî Şeibî ji bo hilweşandina pêkhateya Kurdistanê bû û naha tişta tê serê Hewlêrê encama xiyaneta 16ê cotmehê ye.’’

Herwaha got: ‘’Eger ew xiyanet neba Kurdistan dê çima geheştiba rewşa naha? Derveyî wê jî ew gruba xiyanetkar bê helwêstin. Asayiye li gel wan Hewlêr bê agirbaran kirin û çepikan bo lêdidin. Ji ber beşek ji stratejiya wan ew e, stratejiya wan bicîhanîna plana dagirkirina Kurdistanê ye.’’

Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran  got: ‘’Kerkûk bi wî derdî ve çû, naha bi taksiyên rêwiyan vedigerin bajar, lê her behsa Kerkûkê jî dikin û dixwazin Hewlêrê jî wisa bi wî derdî ve wek Kerkûkê lê bikin û bifroşin biyaniyan.’’

Endamê Civata Giştî yê Tevgera Gorran Hakim Hemdî Mecîd ragehand: ‘’Dîrok dê derbixe xiyaneta 16ê cotmehê çi xencerek bû li kurdan hate dayîn. Ewên ku firotin baş dizanin çi firotine, nekarîn xwe jî tê de biparêzin. Encam jî waye ku Heşdî Şeibî anîn sînorê bajarên Kurdistanê.’’

 

Basnews

Top