• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî li gel balyozê Hindistanê civiya

Serok Barzanî li gel balyozê Hindistanê civiya

behsa rewşa siyasî ya Îraqê jî kirin.
Spasiya rola Serok Barzanî û hêzên pêşmerge kir.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Hindistanê yê li Îraqê Shri Birender Singh Yadav kir.

Di civînê de ku Konsulusê Hindistanê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, balyozê Hindistanê yê li Îraqê Shri Birender Singh Yadav rêzdariya xwe ya li hember xebat û rola Serok Barzanî di dîroka gelê Kurdistanê de diyar kir û spasiya rola Serok Barzanî û hêzên pêşmerge di rûbirû bûna terorîstan û têkbirina DIŞIê de kir.

Her di heman civînê de her du alî tekez li ser vê yekê kir ku, rûbirû bûna DIŞIê hewleke pir alî ya cîhanî jê re pêwîste. Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên pêşwext yên Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hatin nirxandin.

Top