• Friday, 17 May 2024
logo

Binkeya HSDê û Hevpeymanan li Dêrezorê rastî êrişê hat

Binkeya HSDê û Hevpeymanan li Dêrezorê rastî êrişê hat

HSDê ragihand, îro Çarşemê 7 Tîrmehê, êrişeke bi dronî bo ser hêzên wan û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bîrên neftî yên Heqil El-Umer li Dêrezorê hatiye pêkanîn.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser tiwittera xwe belav kiriye, êriş îro di demjimêr 10:15an de û ji aliyê DAIŞê ve hatiye encamdan

Şamî diyar kir ku li gorî raporên destpêkê, êriş hatiye têkbirin û di êrişan de ti zirar çênebûne.

Rûdawê têkildarî êrişê bi rêya emailê têkilî bi Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto kir, lê heya niha bersiv nedaye.

Wî rayedarê HSDê destnîşan kiriye, ew dê paşê hûrgiliyên nû derbarê êrişê de belav bikin.

Basnews

Top