• Thursday, 09 May 2024
logo

Serok Barzanî: Yûrî Nebiyêv kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû

Serok Barzanî: Yûrî Nebiyêv kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya kesayetiyê siyasî û rewşenbîrê Kurdên Rûsyayê û yek ji lîderên diyasporaya Kurd Yûrî Nebiyêv, peyameke sersaxiyê belav kir û ew weke kesayetiyekî “dilsoz û neteweyî” bi nav kir û ragihand: “Roleke wî ya ber bi çav ji bo yekîtî û tebayî ya di navbera Kurdan û belavkirina kultur û hizr û bîra neteweyî de hebûye.”

Serok Barzanî di destpêka peyama xwe de xemgîniya xwe bi koça dawî ya Yûrî Nebiyêv nîşan dide û dibêje: “Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê siyasî û kultûrî yê Kurdê Rûsya û Cîgirê Federasyona Navneteweyiya Kurdên Yekîtiya Sovyeta berê û Serokê Rêxistina Hevkarî û Tebayî ya li gel Gelê Kurd Mamosta (Yurî Şamîl Nebiyev) gihîşt me ku ji ber nexweşiyekê li bajarê Moskowa koça dawî kiriye.”

Di peyama xwe de Serok Barzanî sersaxiyê ji malbata Nebiyêv û Kurdên li Rûsyayê dike û wiha dibêje: “Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û nasên xwedê jêrazî Yûrî Nebiyêv û cemawer û rêxistin û çalakvanên Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.”

Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya û cîgirê serokê Federasyona Komelên Kurd a Navneteweyî Yûrî Nebiyêv îro 6 Temuzê di 68 saliya xwe de li Moskowê jiyana xwe ji dest da.

Yûrî Nebiyêv 26 Mijdarê sala 1953 li paytexta Gurcistanê bajarê Tiflîsê di malbeteke Kurdên Êzdî de ji dayîk bûye. Sala 1975 li Zankoya Tiflîsê ya Dewletê beşa Fîzîka Atomî xwendiye û di wî warî de xwedî çendîn gotarên zanistî ye.

Yûrî Nebiyêv pêştir di dema referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ku sala 2017an hat kirin, tevî şandeke Kurdên Sovyeta berê ji bo piştgiriya li referandumê serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.

Herwiha sala 2018an di dema merasima destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê de jî hatibû Başûrê Kurdistanê.

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Yurî Nebiyev

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê siyasî û kultûrî yê Kurdê Rûsya û Cîgirê Federasyona Navneteweyiya Kurdên Yekîtiya Sovyeta berê û Serokê Rêxistina Hevkarî û Tebayî ya li gel Gelê Kurd Mamosta (Yurî Şamîl Nebiyev) gihîşt me ku ji ber nexweşiyekê li bajarê Moskowa koça dawî kiriye. Mamosta Yurî Nebiyev kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû ku roleke wî ya ber bi çav ji bo yekîtî û tebayî ya di navbera Kurdan û belavkirina kultur û hizr û bîra neteweyî de hebûye.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û nasên xwedê jêrazî Yûrî Nebiyêv û cemawer û rêxistin û çalakvanên Kurd li Rûsya û welatên Sovyeta berê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê û ruhê xwedê jêrazî şad bê.

Mesûd Barzanî

06.07.2021

 

Rudaw

Top