• Wednesday, 17 July 2024
logo

Erdogan serdana Amedê dike

Erdogan serdana Amedê dike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Amedê dike û dê li wir hejmareke projeyan veke.

Li gor agahiyên di medyayên Tirkiyê de hatine belavkirin, biryar e Erdogan roja înê 9ê Tîrmehê (3 rojên din) serdana Amedê bike.

Erdogan dê li Amedê bi rayedarên xwecihî yên hikûmetê re bicive û tevlî hejmareke merasîmên projeyan bibe.

Herwiha egera wê yekê heye ku Erdogan li Amedê hinek peyamên siyasî jî bide, lê derbarê vê yekê û herwiha serdana Erdogan de hêj ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.

Serokomarê Tirkiyê piştî sê salan ji bo cara yekê diçe Amedê.

Li gor zanyariyan, Parêzgariya Amedê ji rojnamevanan re belavok şandine ku eger bixwazin serdana Erdogan rûmal bikin, dikarin navên xwe tomar bikin.

Ne Serokkomariya Tirkiyê û ne jî Parêzgariya Amedê heta niha ti daxuyanî derbarê serdana Erdogan a bo Amedê de belav nekirine.

 

 

Rudaw

Top