• Sunday, 28 July 2024
logo

'Baxê Babêmin li dû festîvalên cîhanî de tê pêşkêş kirin'

Gulan Media February 11, 2016 Hunerî
'Baxê Babêmin li dû festîvalên cîhanî de tê pêşkêş kirin'
Kurte fîlma ‘’Baxê Babêmin’’ ya nivîs û derhênana, derhêner Şivan Etûf li dû festîvalên navnetewî de li Amerîkayê tê pêşkêş kirin.

Kurte fîlma sinemakarê Kurd Şivan Etûf, a bi navê Baxê Babêmin baldikşîne ser helbesteke Mevlana Celaleddînê Rumî û bi beşdariya dû festîvalên navnetewî de dikeve pêşbirkê. Festivala kurte fîlmên ‘’TEXAS ULTİMATE’’ li vilayeta Texasê vê bê pêşkêş kirin.

Ev festivale yek li wan festîvalane ku cîhaniye û kurte fîlmên serkeftî wek xelata sînemayiyên Oscar tê nasandin.

Herwaha ev fîlma Kurdî 13 deqîqe ye, bi beşdariya navnetewî ya di meha adarê de wê bikeve pêşbirka serekî ya montajê jî ku festîvalekî navnetewiye, li vilayeta Delaware di Pêşbirka ‘’DEPTİH OF FILD’’ de jî wê cîhbigre.

Baxê Babêmin bi sponserê serekî ya Hotêl Ramada ku li bajarê Silêmaniyê ye li Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin û bi rêya şîrketa I love Fîlm di asta cîhanê de tê belavkirin. Di yekemîn beşdariya xwe ya pêşbirka serekî kurte fîlmên ‘’Muhir Gulf Short’’ a 12 mîn a navnetewî li Dubaî hate pêşkêş kirin.

Rêveberiya ragehandina giştî ya kurte fîlma Baxê Babêmin.

Basnews
Top