• Saturday, 29 June 2024
logo

Balafireke Rûsyayê ligel 28 rêwiyan wenda bûye

Balafireke Rûsyayê ligel 28 rêwiyan wenda bûye

 Balafireke Rûsyayê ligel 28 rêwiyan li rojhilatê Rûsyayê peywendiya wê ligel balafirxaneyê qut bû û diyar nîne.

Îro roja sêşemê 06.07.2021ê medyaya cihanî belav kiriye bajarê Petropavlovsk Kamçatsiki Rûsyayê, balafireke cureya (AN-26) ligel 28 rêwiyan ku 2 kes jê zarok 6 kes jê firokevan in û karmendên balafirê ne, niha peywendî bi wan re qut bûye.

Beşek ji medya Rûsyayê, behsa wê yekê dikin eger heye balafir ketibe nava deryayê yan jî têk şikestibe û niha 2 helikopter li dû wê balafirê diğerin.

Di meha 5ê sala 2019an li Moskowê paytexta Rûsya, balafireke agir pê ket û ji ber wê 41 kes mirin û di sala 2018an li nêzîkî Moskowê balafirek ket xwarê 71 têdebûn û miribûn.

 

 

Top