• Thursday, 16 May 2024
logo

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê rastî êrîşê hat

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê rastî êrîşê hat

Careke din bi firokeya bêfirokvan êrîş li Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê hate kirin, lê sîstema berevaniyê, ew firoke teqand.

Balyoza Amerîka li Bexdayê belav kir, derengê şeva borî bi firokeya bêfirokvan êrîş li Balyozxaneyê hate kirin û firoke bi sîstema berevaniya asmanî hat teqandin.

Destnîşan kir jî, ew ê bi hevpeymanên xwe re lêkolînê derbarê vê êrîşê de bikin û dê hemû rêkarên parastina karmand û dezgehên xwe pêk bînin.

Ji aliyekî din ve jî, baregaha Eyn Esed a asmanî li Enbarê bi 3 mûşekan hatibû armanckirin, lê ti ziyanên canî nebûn.

 

K24

Top