Îranê 3 welatiyên din yên Kurd îdam kir
Du ji wan birayên hevin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, rejîma Îranê li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê 3 welatiyên Kurd îdam kiriye.
Li gor nûçeyê, du ji wan kesên îdam kirî birayên hev û xelkê bajarê Selmas û ewê din jî xelkê bajarê Mehabadê ye.
Hengawê eşkere kiriye ku ev her sê welatiyên Kurd bi hinceta kuştina welatiyên din, îro li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê hatine îdamkirin.