Parlementerên AKPê rexne li Erdogan dikin
gotine xelk laqirtiyan bi me dike.
Dibêjin em nikarin bikevin nava xelkê.
Rojnameya Günboyu nûçeyeke belav kiriye ku xwe dispêre kulîsên nava Enqere û çavkaniyên nav AKP.
Li gor nûçeyê, parlementerên AKPê jiber gotara duhê ya Erdogan yaku di civîna frakîsyona AKPê ya li parlementoyê de pêşkêş kiriye rexneyên tund li Erdogan kirine.
Parlementer gotine, Erdogan di gotara xwe de yaku 1 seat û nîv dom kiriye tenê êrîşî ser CHP û Serokê CHPê kiriye ev di demekê debû ku xelk bendewariya vê yekê dikir ku Erdogan biryarên girîng yên bo baştir kirina rewşa jiyana xelkê û rewşa abûriya Tirkiyeyê ji raya giştî re ragehîne.
Parlementer ji Erdogan re gotine ku jiber xirabiya rewşa abûrî û rewşa jiyana xelkê, nikarin bikevin nava xelkê, xelk daxwaza gavên piratîkî ji wan dikin û tiştek ji destê wan nayê lewre xelk jî laqirtî bi wan dike.
Weke tê zanîn Erdogan jî duhê biryar nameyeke derxistibû û li xwe mokir hatibû ku rewşa abûriya Tirkiyeyê xirabe lewre biryar dabû ku hikûmet û dezgehên hikûmetê xwe ji mesrûfatên zêdetir bidûr bigirin.