• Monday, 20 May 2024
logo

Parlamentoya Ewropayê derbarê HDPê de dicive

Parlamentoya Ewropayê derbarê HDPê de dicive

Parlamentoya Ewropayê dê roja Sêşema bê civînekê bi sernavê "Li Tirkiyê zexta li dijî dijbereyê, nemaze HDP" pêk bîne.

Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve û Siyasetên Ewlekariyê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera Parlamentoya Ewropayê hatiye weşandin, “endamên parlamentoyê dê roja Sêşemê 6ê Tîrmehê derbarê guvaşên Tirkiyê yên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civînekê bi Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re pêk bînin û zextên li ser HDPê şermezar bikin.”

Li gor daxuyaniyê, Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bo Karûbarên Derve û Siyasetên Ewlekariyê diyar kiriye, “hezaran endamên HDPê ku sêyemîn partiya di parlamentoya Tirkiyê ye, bi tometên girêdayî terorê tên darizandin.”

Li gor agahiyan, komên siyasî ji bo vê civîna Parlamentoya Ewroapyê dest bi amadekirina pêşnûmebiryaran kirine.Kom û fraksiyonên parlamentoyê dê roja Duşemê pêşnumeyên xwe pêşkêş bikin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku dê roja Pêncşemê 8ê Tîrmehê biryara fermî ya Parlamentoya Ewropayê derbarê zextên li ser HDPê de bê aşkerekirin.

HDP sêyemîn partî û fraksiyona mezin a di nav parlamentoya Tirkiyê de ye, lêbelê hikûmeta Tirkiyê ji sala 2016an ve guvaşeke mezin li wê partiyê dike.

Bi salan e, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan HDPê tawanbar dike ku ew eniyek siyasî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li derveyî qanûnê ye.

Dîrokek dirêj a Tirkiyeyê ya girtina partiyên siyasî heye ku wekî xeterekê tên dîtin, û di salên bihorî de hejmarek partiyên Kurdî li Tirkiyê bi hincetên girêdayî terorê û hebûna pêwendiyan wan li gel PKKê hatine qedexekirin.

 

Rudaw

Top