• Sunday, 30 June 2024
logo

2 çekdarên PKKê Pêşmergeyekî YNKê revandin û di rê de wesayîta wan wergerya û jiyana xwe ji dest dan

2 çekdarên PKKê Pêşmergeyekî YNKê revandin û di rê de wesayîta wan wergerya û jiyana xwe ji dest dan

Li sînorê bajarokê Sengeser a ser bi Pişderê, otomobîlekî Pêşmergeyekî ya ji aliyê du çekdarên PKKê ve dest li ser hat danîn wergerya û ji ber wê jî hersêyan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê berevaniya şaristaniya Raperîn Elî Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor zanyariyên berdest ew Pêşmerge ser bi yekeyên 70 yên Pêşmerge bû û xelkê bajarokê Qesrê bû û ji aliyên hêzên PKKê ve rojekî hatibû girtin.’’

Herwaha got: ‘’Piştî şeva borî 2 çekdarên PKKê li gel wî siwarî otomobîla wî dibin û dixwazin biçin bo cîhekî li gundê Sûredê, otomobîla wî Pêşmergeyî werdigere ji gêr dibe û piştre jî dişewite. Ji ber wê jî ew Pêşmerge û herdu çekdarên PKKê dişewitin û jiyana xwe ji dest didin.’’

Piştî bûyerê termê wî Pêşmergeyî ji bajarokê Qesrê ya ser bi devera Balekatî re tê şandin.

Top