• Thursday, 09 May 2024
logo

Hunermendên Kurd: Gotinên Serok Barzanî manîfestone

Hunermendên Kurd: Gotinên Serok Barzanî manîfestone

dibêjin lazime her kes berevanî ji başûr û destkeftiyên heyî li başûr bike.
Şanda hunermendên Kurd serdana wezareta pêşmerge kiribû.

Şanda hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê ku ev çend roje li başûrê Kurdistanê ye, piştî serdana wezareta pêşmerge û aliyên têkildar daxuyaniyek ji çapemeniyê re da.

Hunermendan dilgiraniya xwe ya li hember aloziyên heyî yên di navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de bi taybetî di navbera PDK û PKK diyar kir û ragihand ku aloziyên han vê zirarê bidin tevahiya gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd.

Şanda hunermendan herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, başûrê Kurdistanê mala tevahiya Kurdane û destkeftiyeke gelek mezin û girînge û lazime were parastin û tevahiya aliyan rêz jê re bigirin û biparêzin.

Şanda hunermendan diyar kir ku gotinên Serok Barzanî yên bo heram kirina şerê navbera aliyên Kurdî, gelek girîng û manîfestone û lazime her kes guhê xwe bide wan gotinan.

Weke tê zanîn şanda hunermendên Kurdistanê yekem car serdana wezareta pêşmerge kiribû û bi gulan hatibû pêşwazîkirin.

Top