• Saturday, 29 June 2024
logo

Di pirtûkxaneya niştimanî ya Yûnanê de beşa pirtûkên kurdî vedibe

Di pirtûkxaneya niştimanî ya Yûnanê de beşa pirtûkên kurdî vedibe

Wezareta rewşenbîrî û lawan ya Kurdistanê ragihand, hikûmeta Yûnanê razî bû di pirtûkxaneya niştimanî ya wî welatî de beşek taybet bo pirtûkên kurdî were vekirin.

Wezareta rewşenbîrî û lawan ya Kurdistanê ragihandiye, piştî xebatek dirêj me karî hikûmeta Yûnanê razî bikin da ku beşa pirtûkên kurdî di pirtûkxaneya niştimanî ya wî welatî de were vekirin.

Wezaretê bang li nivîskarên kurd kiriye berhemên xwe wek pirtûk û CD ji wan re bişînin da ku cihê xwe di pirtûkxaneya niştimanî ya Yûnanê de bigirin.

Bi gotina wezaretê, ev dibe derfetek da ku pirtûkên nivîskarên Kurdistanê di asta navdewletî de jî were nasîn.

 

 

Basnews

Top