Serokwezîr li gel şandeke nuneratiya YE li Îraqê civiya
behsa kar û çalakiyên nuneratiya YE li Îraqê kirin.
Di civînê de behsa hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan hatiye kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê nuneratiya şêwirmendiya Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 30 Hezîrana 2021an me pêşwaziya Serokê nuneratiya Şêwirmendiya Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê Christoph Buik kir.
Di civînê de Serokê nuneratiya Şêwirmendiya Yekîtiya Ewrûpayê li Îraqê Christoph Buik balkêşande ser erkên nuneratiya han ku di sala 2017an de li Îraqê bo pêşkêş kirina hevkarî û şêwirmendiyê di warê ewlekarî û reformand de di nava hêzên navxwe de çalake.
Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hemahengiya navbera dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê û nuneratiya şêwirmendiya YE li Îraqê kir bi taybetî di warê perwerde û hevkarî kirina polîs û dezgehên ewlekarî yên herêma Kurdistanê di warê rûbirû bûna tawanên organîzekirî û terorê de. Me herwiha balkêşande ser girîngiya pêşxistina steratejiya ewlekarî bo rûbirû bûna tundgeriyê û pêşî girtin ji tundgeriyê.
Di civînê de me amade bûna dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê bo her cure hemahengiyeke pêwîst li gel nuneratiya şêwirmendiya YE li Îraqê diyar kir û hêviya serkeftinê jî bo nuneratiya han xwest.
Rudaw