• Saturday, 18 May 2024
logo

Xwendekarê Rojavayî li ser asta Tirkiyê bû yekem

Xwendekarê Rojavayî li ser asta Tirkiyê bû yekem

Xwendekarê ji Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Dilyar Sefo di ezmûna derbasbûna lîseyan (LGS) de li ser asta Tirkiyê bû yekem.

Malbata Dilyar Sefo ji ber şer di sala 2015an de ji Qamişloyê tên navçeya Misircê ya Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê. Dilyar Sefo, kurê Şazber Sefo yê ku li Kurtalan terzîtiyê dike, ji pola 3yem de xwendina xwe li Sêrtê berdewam kir.

Dilyar Sefo ku li navçeya Misircê li dibistana navîn a Selahaddin Eyyubi Îmam Hatîp dixwîne, bi saya xebata xwe ya sîstematîkî û rêkûpêk, di azmûna navendî ya ku di 6ê Hezîranê de hat li dar xistin 500 puanên tam stend û li ser asta Tirkiyê bû yekem.

Dilyar Sefo ji Rûdawê re got ku piştgiriya malbat û dibistana wî di serkeftina wî de bibandor bû û wiha berdewam kir “Di serî de ji min re gelek zehmet bû. Min bi Tirkî nizanibû. Dibistana me ji me re qurs organîze kir. Spas ji malbat û mamosteyên min re.”

Dilyar Sefo dibêje ku ew 3 xwişk û bira ne û nêzikî 6 sal berê ji qamişloyê hatine Sêrtê.

Sefo diyar kir ku tenê di pola 8an de amadekirina azmûnê têrê nake û divê xwendinek rêkûpêk bê kirin û got “Pêwîste ku her roj pirsên paragrafan bi rêkûpêk bên çêkirin. Bîrkarî pir girig e. Di du salên dawî de pir bi biryar bû. Pêwîste ku bi rêkûpêk bixwînin û her roj bi kêmî ve 40-50 pirsên bîrkariyê çê bikin. Ew dikarin di 1-2 mehên dawî de ezmûnên ceribandinê bi rêkûpêk çê bikin. Me li dibistanê nêzikî 100 ezmûnên çeribandinê çêkir.

Bavê Dilyar Sefo, Şazber Sefo jî anî ziman ku ew ji Qamişloyê hatine û got “piştî ku em hatin vê derê, kurê min bi rêkûpêk dixebitî.  Li gorî kar û xebata wî em bi hêvî bûn ku pileyek bidest bixe. Em pir kêfxweş bûn. Di serkeftina wî de rola dibistana wî pir heye.”

Herwiha Sefo destnîşan kir ku rêveberî û mamosteyên dibistanê jî pir bi kurê wî re eleqedar bûne û spasiya her kesê ku piştgirî dane  kir.

Encamên Ezmûna Derbasbûna Lîseyan, ku di 6ê Hezîranê de li seranserê Tirkiyê hat kirin, îro li ser hat eşkere kirin. 1 milyon û 38 hezar û 492 xwendekar ketin wê ezmûnê.

rudaw

Top