• Wednesday, 26 June 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê li gel balyoza Avustiraliyayê civiya

Serokê herêma Kurdistanê li gel balyoza Avustiraliyayê civiya

Avustiraliya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfire bike.
Behsa rewşa dever û Îraqê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyoza Avustiraliyayê ya li Îraqê Paula Ganly kir.

Di destpêka hevdîtinê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber destbikar kirina Paula Ganly weke balyozê Avustiraliyayê pîrozbayî li vê kir û hêviya serkeftinê ji re xwest.

Nêçîrvan Barzanî xwesteka herêma Kurdistanê ya bo pere pêdana têkiliyan li gel Avustiraliyayê diyar kir û jiber piştîvaniyên Avustiraliyayê yên bo herêma Kurdistanê di şerê dijî DIŞIê de jî spasiya Avustiraliyayê kir.

Di berdewamiya civînê de balyoza Avustiraliyayê Paula Ganly jî diyar kir ku, welatê vê girîngiyeke taybet dide Îraq û herêma Kurdistanê û dixwaze têkiliyên xwe li gel wan di her warî de berfiretir û bihêztir bike.

Nav hatî behsa rola hêzên pêşmerge bo têk birina DIŞIê kir û jiber vehevandina hijmareke zêde ji aware û penaberan jî spasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Top