• Saturday, 29 June 2024
logo

Hikûmeta Kurdistanê: Firokeyên Amerîkayê ji Hewlêrê ve êrişî milîsan nekirine

Hikûmeta Kurdistanê: Firokeyên Amerîkayê ji Hewlêrê ve êrişî milîsan nekirine

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir, ku firokeyên Amerîkayê ji Hewlêrê ve êrişî ser milîsan kiribin û ragihand: “Ya tê gotin ne rast e.”

Cotyar Adil, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê 30ê Hezîrana 2021an di daxuyaniyekê de ragihand: “Di van rojan de berpirsekî milîsên Ketayib Seyyid El-Şuheda yê bi navê Ehmed Meksûs bangeşeya wê yekê kiriye ku qaşo ew firokayên Amerîkî yên êrişî ser milîsan kirine, ji Firokexaneya Hewlêrê ve rabûne, em van gotinan red dikin, ji ber ti bingeheke wan tune ye.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, berovajî gotinên Ehmed Meksûs, ew êrişên bo ser Hewlêrê hatine kirin, “ji aliyê grûpên ji yasayê derketî ve hatine pêkanîn” û dibêje, niha ev gotinên Meksûs “wateyeke xirab” didin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Cotyar Adil dibêje, “her êrişeke din bo ser Hewlêrê bê kirin, guman dikeve ser ew aliyê Ehmed Meksûd û yên wek wî nûneratiya wê dikin, çimku ew yek rêxweşkirin û anîna hincetên pêşwext e ji bo bi armanckirina Hewlêrê.”

Roja 28ê Hezîranê (beriya du rojan) Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pentagonê ragihand, êrîşeke asmanî li dijî “milîsên ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin”, li ser sînorê Iraq û Sûriyê hatiye encamdan. Ketayib Seyid Şuheda ya ser bi Heşda Şeibî jî her heman rojê ragihand, baregehên wan hatine armanckirin û di êrişê de qurbaniyên wan hene.

Pentagonê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû, navendên serbazî û embarên çekan li hin cihan li Sûriyê, û cihekî din jî li Iraqê li ser sînorê di navbera herdû welatan de hatine bombebarankirin. Li gor Pentagonê, ew navend ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve, di nava wan de Hizbullah û Ketayib Seyid Şuheda dihatin bikaranîn.

Lîwaya 14 a ser bi Heşda Şeibî ve têkildarî êrişan daxuyaniyek belav kiribû û têde ragihandibû, “Baregehên me li navçeya Qaim a li ser sînorê Iraq û Sûriye ji aliyê Amerîkayê ve bûne armanc, di demekê de ku hêzên me di erka pîroz de bûn.”

Ketayib Seyid Şuheda herwiha ragihand:“Ji niha û şûnde em dê li gel Amerîkayê di şerekî vekirî de bin.”

Lîwaya 14 ser bi Ketayib Seyid Şuheda ve ye ku berpirsê wan Ebû Ela Welayî ye û ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin.

 

Top