• Thursday, 18 July 2024
logo

"Em ji bo bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr û Washingtonê dixebitin"

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Myles Caggins ragihand: “Em bi rêya Enstîtuya Kurdî ya li Washingtonê û rêxistinan li ser bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Washingtonê dixebitin.”

Myles Caggins beşdarî çend çalakiyên Enstîtuya Kurdî ya li Washingtonê bû û got: “Her dem cihê kêfxweşiyê ye ku Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li derdora hev û ji bo armancekê bicivin.”

Caggins ji K24ê re diyar kir: “Çend rojên berê ez li Washingtonê bûm û beşdarî çend civînan bûm, em ligel nûnerên çendîn rêxistin û dostên Kurdan li Amerîkayê civiyan û çalakî ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya li Washingtonê hatibû lidarxistin.”

Myles Caggins herwiha diyar kir: “Ez gelek kêfxweş bûm ku min kesayetiyên Kurd ên ji parçe û deverên cuda yên Kurdistanê dîtin û em bi hev re civiyan û me li ser çendîn mijarên girîng ên girêdayî Kurdan gotûbêj kir, ji wan; çand û pêwendiyên ligel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û dînamîka erdnîgariya Rojhilata Navîn.”

Herwiha eşkere kir: “Ez gelek kêfxweş bûm bi dîtina hevalên xwe Sînem Xan û Beyan Xan.”

 

K24

Top