• Wednesday, 26 June 2024
logo

Komeke çekdar gef li leşkerên Amerîkî dike

Komeke çekdar gef li leşkerên Amerîkî dike

dibêje emê toleya xwe bistînin.
Dibêje emê leşkerên Amerîkî li Îraqê bikujin.

Berpirsê giştî yê koma çekdar ya Esayîbî Ehlîheq, Qeyis Xezelî di gotara xwe ya herî dawî de, gef li Amerîka û leşkerên Amerîkî yên li Îraqê kiriye û gotiye: Emê toleya xwe bistînin û leşkerên Amerîkî bikujin.

Xezelî di gotara xwe de diyar kiriye ku êrîşa Amerîkayê ya bo ser çekdarên heşda şebî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê, mafê tole sendinê bo wan afirandiye, vê toleya xwe ji Amerîkayê bistînin.

Nav hatî ev yek eşkere kiriye ku niha taktîka wan ya leşkerî eve ku zirarên mezin bigehînên leşkerên Amerîkî yên li Îraqê daku wan neçar bikin ji Îraqê vekêşin.

Serokê koma Esayîbî Ehlîheq aniye ziman ku eger Amerîka berdewam be li ser wan êrîşan, vê bersifa Amerîkayê bi tundî bidin û bo vê yekê jî di her warî de xwe amade kirine.

Weke tê zanîn Esayîbî Ehlîheq komeke çekdar ya radîkale ku ser bi heşda şebiye.

Top