• Thursday, 16 January 2025
logo

Fîlîpîn dixwaze ji ezmûna Kurdistanê fêde werbigire

Fîlîpîn dixwaze ji ezmûna Kurdistanê fêde werbigire

dibêje em dixwazên fêde ji ezmûna Kurdistanê bo rûbirû bûna tundgeriyê wer bigirin.
Serokwezîr li gel balyozê Fîlîpînê civiya.

 Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Fîlîpînê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Roja sêşem 29ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya balyozê Fîlîpînê li Îraqê Generoso D.G. Calonge kir.

Di civînê de me giftûgo li ser pere pêdana têkiliyên Îraq û herêma Kurdistanê li gel Fîlîpîn û rûbirû bûna metirsiyên DIŞI û terorê bi giştî kir.

Balyozê Fîlîpînê Generoso D.G. Calonge rixmî ku stayîşa qehremaniya pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir, behsa xwesteka welatê xwe bo sûd wergirtin ji ezmûna serkeftî ya herêma Kurdistanê ya bo rûbirû bûna hizra tundgeriyê û terorê kir.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser girîngiya nehêştina sedemên serhildana terorê bo pêşî girtin ji pere sendina teror û tundgeriyê kir.

 

 

Top