• Sunday, 30 June 2024
logo

Pisporekî ewlehiyê: Xistina balefira şer a Amerîkayê dê şerekî mezin li Iraqê çêbike

Pisporekî ewlehiyê: Xistina balefira şer a Amerîkayê dê şerekî mezin li Iraqê çêbike

Pisporekî ewlehiyê yê Iraqê dibêje, eger balefirekî şer a Amerîkayê bê xistin, ew yek dê şereke mezin li Iraqê çêbike.

Pisporê ewlehiyê Sermed Beyatî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gefxwarinên milîsan a xistina balefirên şer ên Amerîkayê tê bilêv kirin, dibe ku bixwazin helîkoptera şer a Amerîkayê bixwazin bixin xwarê.’’

Sermed Beyatî dibêje ew milîsane zehmete bikarin balefirên şer ên Amerîkayê bixin xwarê, lê dikarin helîkopter bixin, ji ber helîkopter kêmtir bilind dibe.

Li gor wî pisporê ewlehiyê xistina balefirekî şer a Amerîkayê dê şereke mezin li Iraqê çêbike, ku ti kesek nikare pêşbîniya hecmê wê û encamên wê bike.

Sermed Beyatî derbarê egera çêbûna wî şerê gelek mezin jî got, herkesekî pêşbînî dikir ku serokê naha yê Amerîkayê Joe Biden cudatir be ji serokê berê Donald Trump, lê bi wê cudayiya xwe jî Joe Biden fermana êrîşa ser binkeyên Heşdî Şeibî da.

Li gor wî pisporî pêxistina agirê şer li Iraqê dê bandorê li ser hemû aliyan bike û dibe ku ji ber wî şerî helbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê jî pêkneyê, ku biryare roja 10.10.2021ê birêve biçe.

Top