• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Dêrezorê êrîşî baregeheke serbazî ya Amerîkayê hate kirin

Li Dêrezorê êrîşî baregeheke serbazî ya Amerîkayê hate kirin

Rewaneha Sûriyê bo Mafên Mirovan ragihand: “Milîsên alîgirên Îranê li Sûriyê li derdora Dêrezorê baregeheke serbazî ya artêşa Amerîkayê bombebaran kir.”

Li gor daxuyaniya Rewangeha Sûriyê, li parêzgeha Dêrezorê ya li bakurê rojhilatê Sûriyê, hejmarek mûşek arasteyî baregeha Amerîkayê ya li kêlgeha petrolê ya El Umer û xaniyên li derdora rojhilatê Dêrezorê hatin avêtin û zirarên maddî gihiştin cihên armanckirî, lê ti zanyariyek li ser zirara giyanî tune ye.”

Rewangeha Sûriyê eşkere kiriye ku milîsên alîgirên Îranê ji rojavayê çemê Feratê mûşek avêtine baregeha Amerîkayê.

Piştî bombebaranê, firokeyên çavdêrî yên Amerîkayê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li esmanê herêmê zîvirîne.

Piştî ku berbanga îro hêzên Amerîkayê çend baregehên milîsan li deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê bombebaran kirin, ev êrîşa milîsan yekem berteka kiryara li dijî hêzên Amerîkayê tê dîtin.

 

K24

Top