• Sunday, 19 May 2024
logo

Iraq- Wezîrê Karebayê dest ji kar kişand

Iraq- Wezîrê Karebayê dest ji kar kişand

Wezîrê Karebaya Iraqê Macid Hentuş ji ber rexneyan li wezareta wî dest ji kar kişandiye.

Ligor medyaya Iraqê belav kiriye Wezîrê Karebaya Iraqê Macid Hentuş roja duşemê 28.06.2021ê nameyek arasteyî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kirite û dest ji kar kişandiye.

Herwiha ligor zanyariyan Mistefa Kazimî daxwaza dest ji kar kişandina Macid Hentuş qebûl kiriye.

Ji ber kêmbûna dema dayîna elektrîkê Macid Hentuş gelekî dihat rexnekirin û beriya bi çend rojan Rêberê Tevger Sedr Muqteda Sedr jî daxwaza dest ji karkêşanê li Macid Hentuş kiribû.

 

Basnews

Top