Hevpeymaniya Navnetewî derbarê êrîşa duyem a ser Heşdî Şeibî de daxuyanî da
Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê derbarê êrîşa duyem a artêşa Amerîkayê li ser binkeyên milîsên Heşdî Şeibî de daxuyanî da.
Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî Wayne Marotto di tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand: ‘’Êrîşa duyem a artêşa Amerîkayê piştî êrîşeke mûşekî ya li ser leşkerîgeheke artêşa Amerîkayê ya li parêzgeha Dêrezor a li Rojhilatê Sûriyê pêkhatiye.
Êrîşa mûşekî li ser leşkerîgeha Amerîkayê ya li navçeya Heqil Omer a li Dêrezorê, piştî bombebarana binkeyên Heşdî Şeibî ya li ser sînorê navbera Iraqê û Sûriyê pêkhat.
Duh 28.06.2021ê ber bi sibehê ve balefirên şer ên Amerîkayê hejmarek binkeyên teqemeniya milîsên Heşdî Şeibî yên li Rojavayê Iraqê û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.
Piştî bombebarana artêşa Amerîkayê desteya Heşdî Şeibî beyanameyek belav kir û di wê beyanameyê de Heşdî Şeibî gefa tolhildanê xwar û ragehand: ‘’Bersivdana wan êrîşane û ceza kirina aliyê bicîhaniye li ser axa Iraqê mafê me yê yasayî ye.’’
Basnews