• Sunday, 30 June 2024
logo

Heşdî Şeibî gefa tolhildana şeva borî li Amerîkayê xwar

Heşdî Şeibî gefa tolhildana şeva borî li Amerîkayê xwar

Milîsên Heşdî Şeibî bi daxuyaniyeke li ser êrîşa şeva borî ya balefirên şer ên Amerîkayê li ser binkeyên wan de gefa tolhildanê xwarin.

Îro 28.06.2021ê ber bi sibehê ve balefirên şer ên Amerîkayê hejmarek binke û embarên teqemeniya milîsên Heşdî Şeibî yên li rojavayê Iraq û rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.

Îro desteya Heşdî Şeibî beyanameyek derbarê êrîşê de belav kir û di beyanameyê de ragehand ku 4 çekdarên Heşdî Şeibî di encama wê êrîşê de hatine kuştin.

Desteya Heşdî Şeibî diyar kir binkeyên hatine bombebaran kirin di nav axa Iraqê de bûn û got: ‘’Binkeyên hatine bombebaran de ti embarekî çek û teqemeniyê tê de nebûye.’’

Beyanameya xwe dedesteya Heşdî Şeibî gefa tolhildanê xwar û ragehand: ‘’Bersiva wê êrîşê û ceza kirina wî aliyê êrîş bicîhaniye li ser axa Iraqê mafê me yê yasayî ye.’’

Desteya Heşdî Şeibî dibêje ew êrîşa Amerîkayê binpê kirina serweriya Iraqê ye.

 

Basnews

Top