• Wednesday, 26 June 2024
logo

Balyozê Brîtanyayê: Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî mezin e

Balyozê Brîtanyayê: Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî mezin e

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey êrişa bi dron a li Hewlêrê şermezar kir û ragihand, êrişên bi vî awayî zirarek mezin digihînin ewlehiya Iraqê jî. Hickey herwiha Nêçîrvan Barzanî weke dîplomatekî mezin bi nav kir û got, di wan salên dawî de bi awayekî “herî serkeftî” nûneratiya Herêma Kurdistanê di qada navdewletî de kiriye.

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey roja Yekşemê beşdarî di bultena demjimêr 16:00 a Rûdaw TV de kir û ji ber dostayeyî û pêşwaziya li xwe, spasiya xelk û serkirdeyên Herêma Kurdistanê kir.

Stephen Hickey amaje bi êrişa roja Şemiyê ya bi dronan li gundekî Hewlêrê kir û tevî şermezarkirina êrişê ragihand, êrişên bi vî awayî zirarek mezin digihînin ewlehiya Iraqê jî.

Hickey tekez kir, divê hikûmeta Iraqî pêngavên pratîkî bavêje da ku pêşî li êrişan bigire û berpirsyarê êrişê bibîne û darizîne.

Balyoz Hickey di derbarê êrîşan de bal kişand ser komên Heşda Şeibî û got cîranên Iraqê nemaze Îran ku dibêje “em Iraqek aram dixwazin”, divê dev ji piştgiriya komên milîs ên li Iraqê berdin.

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê bi gotina “Me di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya arteşa Iraqê û Pêşmerge kir. Me bala xwe da ser vê mijarê, lê çalakiyên komên milîs ên ku ewlehiyê tehdît dikin me jî nîgeran dike, berdewamî da axavtina xwe û got: "Em dizanin ku di demên borî de, komên milîs ên li derveyî kontrola hikûmeta Iraqê yekser an neyekser ji hêla Îranê ve dihatin piştgirîkirin. Em dizanin ku ew beşdarî şerê DAIŞê de kirine, lê niha ti sedemek ji bo piştevaniya wan koman tune ye. Ez hêvî dikim ku hemû cîranên Iraqê jî dê arîkariya ewlehî û aramiya welat bikin.”

Ez bûme heyranê xwezaya Kurdistanê

Balyozê Brîtanyayê diyar kir ew bawer dike ku Iraq û Herêma Kurdistanê bi potansiyela xwe ya xurt dikarin zehmetiyan derbas bikin û tekez kir, ku ew ji bo pêşerojê jî bi hêvî ye.

Stephen Hickey behsa gera xwe ya li gel Nêçîrvan Barzanî û gerên xweyên  li Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Ez li gelek deverên Herêma Kurdistanê geriyam. Ez bi rastî heyranê xwezaya Kurdistanê me..., Ez ji gelê Kurd pir hez dikim. Hemû deverên ku ez lê geriyam deverên pir balkêş bûn. Ez çûm herêmên çiyayî. Derfeta min hebû ku ez bi Serok Berhem Salih re biçim gund û gundan. Derfeta min hebû ku ez bi Serok Nêçîrvan Barzanî re bigerim. Me bi hev re li Barzan di çem de melevanî kir.”

"Nêçîrvan Barzanî dîplomatekî mezin e"

Li ser pirsa “Serdana we bi Nêçîrvan Barzanî re çawa bû?” Hickey bersiv da û got, “Serok Nêçîrvan Barzanî dîplomatek e ku bala min dikişîne ser xwe. Me bi hev re geştek pir xweş li devera Barzan kir. Bi dîtina vê herêmê kêfxweşiyek mezin da min. Lê ez jî pê hesiyam ku dîroka herêmê û êşa mezin a ku wan di rabirdûya nêz de kişandiye ez şok bûm. Lê ez dixwazim viya bibêjim; Nêçîrvan Barzanî dîplomatek e ku dê di pêşerojê de hewceyiya me hemûyan pê hebe. Wî ji gelek aliyan ve alîkariya me kir. ”

Balyozê Brîtanya, li ser pirsa “We kîjan xwarinan ecibandin” got, “Min Dolme, Kifte û Kebabê pir ecibandin.”

Stephen Hickey bi bîr xist ku di demek kurt de erka wî weke balyoz li Iraqê diqede û da zanîn, ew serpêhatiya xwe li Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bîr nake.

Hickey diyar kir ku di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de têkiliyên dostane hene, Hickey bal kişand ser rola Serokwezîrê wê demê yê Brîtanyayê Sir John Major di pesendkirina biryara 688 a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 5ê Nîsana 1991 de, ku bû sedema ragihandina herêma nefirînê li Başûrê Kurdistanê.

Balyozê Brîtanyayê amaje bi wê yekê kir, ku wezîrê Kurd ê bi navê Nedîm Zehawî li Brîtanyayê wek Wezîrê Dewletê yê berpirsê vaksîna li hemebr coronayê hatiye diyarkirin û got, “Ez ji bo têkiliyên dostane yên di navbera me de kêfxweş im. Ez li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bi germî hatim pêşwazîkirin. Ez hêvî dikim ku ev hevaltî dê her bimîne.”

 

Rudaw

Top