Berpirsekî Gorran: Ewên ku Kerkûk firotin û qaçaxçîtiyê dikin naha serokê hevpeymaniya me ne
Destnîşan kirina serdestê taxima xiyaneta 16ê cotmehê wek serokê hevpeymaniya YNKê û Gorran di helbijartinên Parlamentoya Iraqê de, dibe sedemê acizî û bertekên beşek zêde yê rêveber û alîgirên Gorran û beşek ji wan jî dest ji kar kêşandin.
Endmê Civata Giştî yê Tevgera Gorran Kerîm Fexrî Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Xelk heqe deng nede lîsteya Gorran û YNKê. Em hemû dizanin ku kî dixwest nexwaşxaneya Hîwa bifroşe sektora taybet.’’
Herwaha got: ‘’Beşek ij Gorran wê rêkeftinê waha wek serokê lîsteyê û pêkhateyê ve qebûl nakin, ji ber wê jî dest ji kar dikşînin.’’
Endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran got: ‘’Me nekarî xelkê bidin bawer kirin ku li gel partiyekî em beşdar dibin ku me bixwe jî ew berê hinde rexne dikirin, naha xelk bi me bawer nake, ji ber wê jî em deng bidest naxin.’’
Di heman derbarê de endamê bazineya Hewlêrê yê Tevgera Gorran Hîwa Rizgar jî ku vê dawiyê dest ji kar berda ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek erkekî exlaqî me dest ji Tevgera Gorran berda. Ji ber ku peyrew û bernameya Newşîrwan Mistefa dûrketin heye, ewên ku naha Gorran birêve dibin, wisa kirin ku ev partiye bibe partiya Silêmaniyê. Herwaha danîna serokê hevpeymaniyê li gel YNKê, ku Lahor Cengî serokê hevpeymaniyê ye, pirs ji bazineyan nehatiye kirin, ji binkeyan pirs nehatiye kirin, li Silêmaniyê ew bixwe rêkeftin û danîne. Em bi ti awayî li gel wê yekê de nebûn.’’
Herwaha got: ‘’Di demekî nêzîk de ji ber wê hevpeymaniyê gelek tiştên mezintir dê nav Gorran de pêkbên.’’ Û ragehand: ‘’Ewên ku rojnamevan şehîd kirin û qaçaxçîtîiyê li deriyên sînor dikin û Kerkûk firotin, naha bûne serokê hevpeymaniyê û ev jî nayê qebûl kirin.
Ji aliyê din ve endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Fetah Mehmûd jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em nekeyfxweşin ku wan biraderên me dest ji kar berdane û axaftin li gel wan tê kirin. Em dibêjin YNK, yanî ne tenê Lahor Cengî ye. Wê partiyê xizmetek heye û kar kiriye û xwedî dîrok e û nabe bi kesekî ve bê girêdan. Vê derbarê de jî eger me zanî dengên nerazî zêdene, bê guman dê li gel bê axaftin. Em bizanin ka ev rêkeftine di kuderê de pêwîstî li ser axaftinê heye emê wê biaxivin.’’
Basnews