• Saturday, 29 June 2024
logo

Iraqê êrîşa Amerîkayê şermezar kir

Iraqê êrîşa Amerîkayê şermezar kir

Wezareta Derve ya Iraqê îro duşemê bi daxuyaniyekê êrîşa Amerîkayê ya li ser milîsên Heşda Şeibî yên li sînorê navbera Iraq û Sûriyê şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf ragihand; Wezareta Derve êrîşa şeva borî ya Amerîkayê ya li ser Heşda Şeibî şermezar dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wezareta Derve red dike ku Iraq bibe beşek ji milmilanî an yekalîkirina nakokiyên navbera aliyên li ser axa xwe û ew êrîş binpêkirina serweriya niştimana Iraqê û derketina ji hemû adet û peymanên navdewletî ye.”

Şeva bori, bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, firokeyên Amerîka baregehên hêzên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin û di encamê de 5 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand; wan depoyên çekan ên milîsên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirine, ku ew depo ser bi Ketayîbê Hîzbullah û Ketayînê Seyîd Şuheda ne.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ragihand, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, baregehên mîlisên ser bi Îranê ve hatine armanckirin û armanc jê, parastina berjewendiyên Amerîka ye.

Ji aliyê xwe ve, Heşda Şeibî aşkere kir, di encama bombebarana Amerîkayê de, 5 çekdarên wan li ser sînorê Iraq û Sûriyê de hatine kuştin.

 

K24

Top