• Sunday, 30 June 2024
logo

Li Urdinê zilamek piştî lêdana doza duyem ya vaksîna Koronayê mir

Li Urdinê zilamek piştî lêdana doza duyem ya vaksîna Koronayê mir

Li Urdinê zilamekî piştî ku doza duyem ya vaksîna Koronayê li xwe da, canê xwe ji dest da.

Wezîrê tenduristiya Urdinê, dr. Fîras Hewarî ragihand, îro li Urdinê zilamekî 66 salî 10 xulekan piştî lêdana doza duyem ya vaksîna Koronayê (Astera Zeneca) canê xwe ji dest da.

Bi gotina wezîrê tenduristiya Urdinê, di lêdana doza yekem de tiştek bi wî zilamî nehatibû, zêdebarî wê yekê ku nexweşiyên wî yên giran jî hebûn. Lê piştî doza duyem canê xwe ji dest da.

 

Basnews

Top