• Saturday, 18 May 2024
logo

Şam: Birîna avê li ser Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve tawana şer e

Şam: Birîna avê li ser Hesekê ji aliyê Tirkiyê ve tawana şer e

Hikûmeta Sûriyê birîna ava bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bi tundî şermezar û ragihand, birîna avê li ser Hesekê digihe asta tawana şer.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyek de ragihand, “Rêjîma Erdogan (Serokomarê Tirkiyê) siyaseteke ne exlaqî û şerê avê dike ku ev cara 25emîn ava vexwarinê li navenda Elok ve li bajarê Hesekê dibire û zêdetir ji milyonek kes bê av dihêle.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihandiye, Tirkiyê guh nade bangên civaka navdewletî û êşên xelkê parêzgeha Hesekê yên bê av, ev kar jî, digihe asta şerê li dijî mirovahiyê û tawanên şer.

Herwiha Şamê bang li Encûmena Asayişa Navdewletî kir, da ku destêwerdana dimildest bike û fişarê li Tirkiyê bike, da ku para Sûriyê ji ava çemê Ferêt ku 500 metro sêcar di çirkeyekê de ye berde.

Ava vexwarinê ya Bajarê Hesekê û deverên derdora wê, ji wêstgeha Elok ya li Serê Kaniyê ye, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ji dema Serê Kaniyê dagîr kirine, dest danîn ser wê wêstgehê û niha weke çekekî li dijî welatiyên li deverê bi kar tînin û avê qut dibirin.

Top