• Friday, 17 May 2024
logo

HSDê daxwaza damezrandina dadgeheke navdewletî li Rojava ji bo girtiyên DAIŞê kir

HSDê daxwaza damezrandina dadgeheke navdewletî li Rojava ji bo girtiyên DAIŞê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro dubare tekezî li ser pêwîstiya damezrandina dadgeheke navdewletî ji bo darizandina girtiyên DAIŞê kir û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî

HSDê di daxuyaniya xwe ya îro 27ê Hezîranê de ragihandiye, ew di şerê li dijî DAIŞê de li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e, û rê nade çekdarên wê rêxistinê ku aştî û ewlehiya cîhanê, careke din têxin metirsiyê.

HSD dibêje, di qonaxa duyem de, gelek kar li pêşiya wan hene, ji bo ku ew rêxistina DAIŞê têk bibin, weke çawa Adara 2019an li Baxozê hêzên HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî serkeftin bidest xistin.

Fermandariya Giştî ya HSD çareserkirina pirsa girtiyên DAIŞê li zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke mijareke bingehîn ji bo rêgirtirn li ber dubare geşbûn û rêxistinkirina şaneyên xwe bi nav dike û tekeziyê li ser girîngiya damezrandina dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê dike.

Di daxuyaniya HSDê de wiha tê gotin:

“Çareserkirina doza girtiyên DAIŞî di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dozeke sereke ye ku careke din hêviyên rêxistinê û bêparmayîna wê ji girîngtirîn dozên ku di çalakkirina propagandayê de di leşkerkirina terorîstan de û xurtkirina şaneyên xwe ku çalakiyên terorîst pêk bînin. Em careke din piştrast dikin ku divê dadgeheke navneteweyî li herêma me were avakirin ku wan kesan sûc pêk anîne da ku em darizandineke adil ji endamên ku karê terorîstî kirine, pêk bînin û parastina qurbaniyan û çespandina edaletê, dê rê li pêşiya wan kesan bigire, yên ku dibe tev li DAIŞê bibin.

Em careke din piştrast dikin, ku xelaskirina cîhanê ji xetera terora DAIŞê ji nirxên sereke yên HSDê ku cîhanê ye. Ew jî nûnertiya berjewendiyên hevbeş ên hemû dewlet û civakên herêmî û navneteweyî dike. Em soza xwe bi têkoşîneke xurt ji bo tunekirina dawîn a DAIŞê nû dikin. Wefadariya civakên me yên herêmî û pabendiya hêzên sereke di Hevpeymaniya Navneteweyî de ji bo piştgiriya ewlehî, îstixbaratî û dîplomatîk em di berdewambûna wê yekê de han dide.”

Di dema dawî de, HSDê gelek operasyonan li navçeyên Rojhilatê Dêre Zorê encam dide, ku tê de çekdarên şaneyên veşartî digire.

 

Rudaw

Top