• Sunday, 19 May 2024
logo

Muqteda Sedr pêçiya xwe dirêjî Îranê kir: Eektirîkê wek kartekê li dijî gelê Iraqê bikar tînin!

Muqteda Sedr pêçiya xwe dirêjî Îranê kir: Eektirîkê wek kartekê li dijî gelê Iraqê bikar tînin!

Rêberê bizava Sedr ya Iraqê Muqteda Sedr bang li wezîrê elektirîka Iraqê kir dest ji kar berde.

Muqteda Sedr, ku yek ji serkirdeyên şîe yên Iraqê ye, li ser twîttera xwe bi tundî rexne li rewşa elektirîka Iraqê girt.

Muqteda Sedr got, rewşa elektirîka Iraqê bi taybet deverên başûr û navîn kambax e.

Sedr her wiha ragihand, rewşa xirab ya elektirîkê jî mîna gelek sektoran ji ber gendeliyê ye û haya berpirsên hikûmetê jî jê nîne ji ber ku elektirîka wan heye.

Wî serkirdeyê şîe daxwaz ji wezîrê elektirîka Iraqê kir dest ji kar berde û bang li dezgehên medyayî jî kir, xelkê hişyar bikin da ku elektirîkê vala bikar nehînin.

Muqteda Sedr bêyî ku navê Îranê bîne, Îran bi wê yekê tohmetbar kir ku dosyeya elektirîkê mîna karteka fişarê li dijî gelê Iraqê bikar tîne.

Iraq rojane derdora 1500 mêga wat elektirîk û 38 milyon kûp gaza sirûştî ji Îranê dikirre.

 

 

Basnews

Top