Hijmara dengderên Îraqî zêdetir ji 24 miliyon kese
di meha 10an de hilbijartinên pêşwext têne kirin.
Komîsyona bilind ya hilbijartinan daxuyaniyek weşandiye.
Komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê derbarê hilbijartinên pêşwext yên Îraqê de daxuyaniyek weşandiye.
Li gor daxuyaniya komîsyonê, niha hijmara dengderên Îraqê 24 miliyon û 29 hezar û 927 kese, ev hijmara han ya wan kesane ku heta niha mafê wan yên dengdanê misoger bûye.
Komîsyonê herwiha diyar kiriye ku hijmara kesên ku di dengdana taybet de beşdar dibin 1 miliyon û 79 hezar û 288 kes û ewin ku navê wan di sîstema bayometrî de hatiye tomarkirin hijmara wan 120 hezar û 126 kese.
Komîsyonê hijmara navendên dengdanê jî belav kiriye û nivîsandiye li seraserê Îraqê bi giştî 8 hezar û 273 navend û 55 hezar û 41 xalên dengdanê jî hene.
Weke tê zanîn biryare di destpêka meha 10 ya sala 2021an de li Îraqê hilbijartinên pêşwext werin kirin.