• Sunday, 28 July 2024
logo

Ew pêşbirkên cîhanî tên Kurdistanê!

Gulan Media January 26, 2016 Hunerî
Ew pêşbirkên cîhanî tên Kurdistanê!
Hunermendê kurd Helkeft Zahir diyar kir ku ew dixwaze pêşbirka mûzîkê ya bi navê “Kurd Idol” li Kurdistanê li dar bixe.

Helkewt Zahir ji Rûdawê re eşkere kir ku ew dixwaze bernameya hunerî ya bi navê “Kurd Idol” li dar bixe da ku mûzîkvan û hunermendên kurd tê de hevrikiyê bikin.



Helkewt Zahir


Zahir anî ziman ku heyamek e li ser wê projeyê kar dike û got, ez li ser bernameya “Got Talent” (pêşbirka şiyana herî baş) û hinek bernameyên din kar dikin da ku li gorî konsepta kurdî çêbikim.

Hunermend Zahir da zanîn ku wî ji ber rewşa niha ya Kurdistanê, çalakiyên xwe daye sekinandin, lê dema rewş baş bû dê dîsa dest pê dike.

Helkewt Zahir ragihand ku bi çend şîrketan re li ser vê yekê hevdîtin kiriye her wiha bi çend televîzyonên Kurdî re jî axiviye û wan jî rizamendî nîşan dane pê re kar bikin.


Di pêşbirka mûzîkê ya “American Idol” de, herî dawî hunermenda navdar Jennîfer Lopez bibû endama Jûrî.

Rudaw
Top