• Wednesday, 17 July 2024
logo

Artêşa Sûriyê rê nade welatiyên Kurd biçin Şamê

Artêşa Sûriyê rê nade welatiyên Kurd biçin Şamê

Hêzên hikûmeta Sûriyê îro rêwiyên Kurd ku dixwestin bi rêya Deriyê Tebqayê biçin Şamê, ji otobusan daxistin û ne hiştin ku Kurd di ser rêbenda wan re derbas bibin.

Li gorî ku jêderên xwecihî ji Rûdawê re tekez kirin, leşkerên Firqeya Çaran ya hikûmeta Sûriyê, li ser rêbenda Başûrê Tepqayê li parêzgeha Reqayê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de, ketin hindirê otobusên rêwiyan.

Li gor zanyariyên wan jêderan, leşkerên hikûmeta Sûrî gotine, her kesê ku Kurd e, divê ji otobusan dakeve û bi vî awayî leşkeran rê nedan hemwelatiyên Kurd biçin Şamê û deverên din yên Sûriyê.

Ev rêgirtina hêzên hikûmeta Sûriyê piştî wê yekê tê, ku hêzên Asayîşa Rêveberiya Xweser jî nehiştine, ku hin jinên Sûrî yên ji Qamişlo ku binemalên wan ji Idlibê ne, di ser rêbendeke wan re derbas bibin.

 

Rudaw

Top