• Saturday, 18 May 2024
logo

Hikûmeta Norwecê derbarê operasyonên Tirkiyê de nîgeran e

Hikûmeta Norwecê derbarê operasyonên Tirkiyê de nîgeran e

Hikûmeta Norvecê ji zêdebûna “çalakiyên serbazî” yên Tirkiyê li ser axa Başûrê Kurdistanê nîgeran e. Wezîrê Derve yê Norwecê behsa êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Parlamenterê Norvecî yê bi navê Freddy Andre Øvstegård, pirsek arasteyî wezîrê derve yê wî welatî kir, ku gelo ew “operasyonên serbazî yên Tirkiyê yên li nav xaka Başûrê Kurdistanê şermezar dike?”

Wezîrê Derve yê Norwecê Eriksen Søreide jî tekez kir ku ew derbarê zêdebûna “çalakiyên serbazî” yên Tirkiyê li  “bakurê Iraqê” nîgeran in.

Eriksen Søreide di bersiva wî parlamenterê Partiya Sosyalîst de got, ew nîgeran in ku Tirkiye dawî li bikaranîna hêza serbazî nayîne, ji ber ku bikaranîna hêza serbazî jiyana xelkê sivîl û mal û milk û jêrxaneyê dixe bin metirsiyê.

Di beşeke din a axaftina xwe de Wezîrê Derve yê Norwecê dibêje, “Em çaverê ne ku Tirkiye di warê çalakiyên serbazî de li Iraqê, rêzê li yasayên navdewletî bigire. Em derbarê çalakiyên Tirkiyê yên li navçeyên Kurdnişîn ên li Sûriyê jî zelal bûn.”

Parlamenterê Norvecî Freddy Andre Øvstegård, pirsa xwe û bersiva wezîrê derve li rûpela xwe belav kir û eşkere kir ku wî roja 15ê Hezîranê ew pirs araste kiriye û roja 22ê mehê jî bersiv bi wî hatiye dayîn.

Wî parlamenterê Norwecî li ser operasyon û êrişên Tirkiyê yên li nav xaka Başûrê Kurdistanê nivîsandiye, “Ji sala 1983an ve artêşa Tirkiyê 33 operasyonên serbazî bo nav xaka Başûrê Kurdistanê encam dane. (Operasyona) vê dawiyê jî karîgerî li ser 22 gundan hebûye û rûniştvanên hejmareke wan gundan jî cihên xwe vala kirine, ji wan jî gundê Hirûr.”

Freddy Andre Øvstegård di beşeke din de dibêje, heta niha 9 “hemwelatiyên sivîl birîndar bûne û bi dehan hêktar zevî jî ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê şewitîne. Herwiha ew daristanên li nêzîk wan gundan û daristanên cihên din jî ku tê de şerên dijwar diqewimin, şewitîne.”

Wezîrê Derve yê Norvecê jî di bersiva xwe de amaje bi wê daye ku berpirsên Iraqî jî nîgeraniyên xwe li hember wan operasyonan derbirîne ku tê de hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest didin û herwiha nîgeraniyên xwe li beramber binpêkirina serweriya Iraqê û sînorê asmanî jî derbirîne.

Ev `nîgeranî`ya hikûmeta Norwecê di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê heyama du mehan e, operasyoneke leşkerî ya berfireh li ser axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û êriş, bombebaran û şer û pevçûnan ziyanên mezin gihandine xelkê sivîl ê herêmê.

 

Rudaw

Top