• Sunday, 30 June 2024
logo

Almanyayê li dijî PKK û Hemasê proje-yasayek pesend kir

Almanyayê li dijî PKK û Hemasê proje-yasayek pesend kir

Parlamentoya Almanyayê yasayek pesend kir û tê de ala wan rêxistinên ku di lîsteya “terorê” ya Yekîtiya Ewropayê de cîh digrin, qedexe dike û di nav de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Hemasa Filistînê jî hene.

Piştî civîneke çend demjimêrî ku têde Parlamentoya Almanyayê çend proje-yasayên hikûmeta Angela Merkel gotûbêj kirin,  piştre ew proje-yasa pesend kirin û êdî ew rêxistinên ku di lîsteya Yekîtiya Ewropayê de wek “terorîst” tên binavkirin nikarin li ti cihekî Almanyayê bilind bikin. Eger ev biryar were binpêkirin, binpêker bi 3 sal zîndanî tê cezakirin.

Biryar ji Encûmena Pîran re hatiye şandin û tê pêşbînîkirin ku were pesendkirin. Berî vê yasayê, tenê sembolên PKK, Hemasa Îslamî û rêxistinên ku Yekîtiya Ewropayê wan wek terorîst bi nav dike hatibûn qedexekirin, lê ev yasa rê nade alên wan rêxistinan jî.

Pêşkêşkirina proje-yasayê piştî wan xwepêşandanan hat ku Filistîniyên niştecihê Almanyayê dijî êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Xezayê kirin û têde slogan, al û sembolên dijî Îsraîl û Cihûyan bilindkirin, di encam de ligel hêzên ewlekariyê şer û alozî derket, dehan kes birîndar bûn û 59 xwepêşander ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Herwiha Parlamentoya Almanyayê proje-yasayeke din pesend kir û bi vê handana kîn û nefretê dijî Cihû û Misilmanan qedexe dike ku şandina nameyên kîn û nefretê bi rêya e-maîl jî li xwe digire, berî niha ev kar asayî bû.

Parêzer û Berdevkê Hevpeymaniya Rawêjkara Almanyayê Angela Merkel, Thorsten Frei ragihand ku derxistina vê yasayê peyameke zelal e bo Cihûyên welatiyên wan û got: “Em naxwazin ala rêxistinên terorîst li ser axa welatê me ber bi ba bibin.”

 

Rudaw

Top