• Thursday, 16 January 2025
logo

Erdogan: Divê em korîdoreke ewlehiyê ava bikin

Erdogan: Divê em korîdoreke ewlehiyê ava bikin

Serokkomarê Tirkiyê li parêzgeha Hatayê daxuyaniyek da çapemeniyê û got “Hikûmeta wî karek girîng ji bo avakirina korîdorek ewelehiya bi hêz li derveyî sînoran kiriye û eger ev kar neyê kirin xweşî û aramî li Tirkiyê pêknayê.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li parêzgeha Hatayê ku hevsînor e ligel Sûriyê beşdarî di rêûresmên vekirina “Yarîgeha Hatayê” kir. Erdogan piştî vekrina yarîgehê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Erdogan di daxuyaniya xwe de diyarkir ku dema rêxistinên terorî û rejîmê li sînorên Başûr êrîş li ser wan zêde kiriye, wan biryar daye ku çavkaniya terorê hişk bikin û got “ Me operasyonên berfireh li wan sînoran encam dan û bi vê jî hemû planên li dijî welatê me şikest xwarin.”

Herwiha Erdogan di heman daxuyaniya xwe de ji kesên ku beşdarbûne re got “Ew kesên ku li dijî operasyonên me helwesta xwe derbirîne, bi qasî ku parastina terorîstan û rejîmê dikin, ewqas hûn ne parastin.”

Ev gotina Erdogan di demekê de ye ku di çend salên derbasbûyî de hejmareke zêde ya operasyonên xwe yên leşkerî li ser  Rojavayê Kurdistanê û hinek navçeyên Sûriyê encam dide. 

Artêşa Tirkiyê û hinek grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê dora  24ê Tebaxa 2016ê de operasyonek leşkerî bi navê “Mertala Firatê” li ser navçeyên Bakurê Sûriyê da destpêkirin û bajarê Bab û çend cihên din yên li sînorê parêzgeha Helebê xistin bin kontrola xwe.

Di mijdara 2019ê de jî wan hêzan êrîş kirin ser sînorê Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê û piştî rûbirûbûnan ew dever jî kontrol kir.

Di 10 mehên dawiyê de artêşa Tirkiyê bi hinceta rûbirûbûnên di navbera gerilayên PKKê de operasyonên xwe li ser sînorên Herêma Kurdistanê jî zêdekirine û çendîn kîlometre sînor derbas kiriye û hatiye nav axa Herêma Kurdistanê.

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan wiha dibêje “Dema rêxistinên terorî û rejîmê li sînorên me yên Başûr êriş û kiryarên terorî zêde kirin, me çi kir? Me biryar da ku çavkaniya terorê hişk bikin. Me operasyonên berfireh li ser sînoran encam dan û bi van jî hemû planên li dijî welatê me şikest xwarin. Herwiha spas bo xwudê ku me  hemû ew proje û senaryoyên  ku bo vê erdnîgariyê hatibûn danîn, pûç kirin. Ew kesên ku li dijî operasyonên me helwesta xwe derbirîne, bi qasî ku parastina terorîstan û rejîmê dikin, ewqas hûn ne parastin. Heman rewş li Lîbya û Qerabax jî hebû. Lê me berovajî wê her çi di berjewendiya we û parastina mafê we de be bê dudilî encam daye. Di rojên derbasbûyî de em çûn Şuşa û em bûn şirîkê keyxweşiya wan birayên me. Niha jî em bi heman helwestê li cihek din, amedekariyê bo pêngavên din dikin. Eger Tirkiye ji derve korîdorek ewlehiyê ya bi hêz ava neke, li Tirkiyê keyfxweşî û aramî pêknayê.”

 

Rudaw

Top